Xelkê ku ji mîkrofonên ÎLKHAyê re axivî temennî kir Şeva Qedrê ji bo Alema Îslamê bibe wesîleya hizûrê.
Prof. Dr. Remezan Taşaltinê Rektorê Zanîngeha Harranê di serî de ya Rihayiyan û bi giştî Şeva Leyletl Qedrê ya temamê Mislimanan pîroz kir. Serokê Navçeya Hîlwanê ya HUDA PARê Osman Goçmen jî diyar kir pêwîst e Misliman Şeva Qedrê bi dia û îbadetê derbas bikin.
Temsîlkarên Rojnameya Dogruhaberê Mehmet Demîr, dikandar Nîhat Esmer û welatiyên bi navê Mehmet Alî Keskînbiçak, Mehmet Alî Eskîler, Çerkez Korkmaz, Îbrahîm Halîl Kolbudak, Hikmet Ozkaya, Necla Yavuz, Adnan Ozcan û Suat Elçî jî di derbarê Şeva Leyletul Qedrê de hest û ramanên xwe parve kirin û gotin bila Şeva Leyletul Qedrê bibe wesîleya yekîtiya Mislimanan û ji alema Îslamê re qencî, xweşî, hizûr û bextewariyê bila bîne.(ÎLKHA)