Bi ser qetlî’ama li gundê Roboskî tam 14 meh derbas bû. Komîsyona Mafê Însanan a Meclîsê xebatên xwe yên di derbarê qetlî’amê de temam kir.
Li gor hinek me’lûmatên di medyayê de cî girtine, di rapora Komîsyonê de di derheqê fa’ilên qetlî’amê de tu me’lûmat tune ne. Di raporê de ji qetandina îstîxbaratê tê behs kirin.
Rapora ku pey 14 meha hate weşandin, hêviyan bi cî neanî. Di şîroveyên têne kirin de tê beyan kirin ku fa’ilên qetlî’amê têne parastin. Xisûsen tê gotin ku hukumetê ji pêvajoya çareseriyê îstîfade kiriye û tesdîq kirina raporê bidestxistiye .
Kesên ku tepkiyê nîşanê raporê didin xwestekeka wan bi tenê heye. Ew jî ew e ku; fa’ilên qetlî’amê bên tespît kirin û cezayê heq dikin bibînin.
Serekê Partiya Doza Azad Huseyin Yilmaz beyan kir ku; di raporê de veşartina sûcdaran, kesên ku raporê amade kirine xistiye dewsa sûcdaran. Ev rapor nîşandide ku hinek kes û hinek tişt têne veşartin.”
Yilmaz dîsa go, “Heger di hadîseyê de kêmasiyeke îstîxbarî hebe, ev yek dîsa ‘eyba dewletê ye. Dewlet nikare ‘eybên xwe ji gel re fatore bike û serê bigre.”