“Roja Qudsê” roja li dijî Amerîka û Siyonîzmê sekinînêye

Ji ber ku îna dawî ya meha Remezanê ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ ye dê li gelek welatan bernameyên cûrbecûr tên tertîpkirin û bal tên kişandin li ser zilma emperyalîzma Amerîkaû Siyonîstan.

Berî vê 38 salan piştî ku çend seat ji ser pêk hatine Înqilaba Îslamî ya Îranê re  ji teref Ayetullah Îmam Humeynî ve  ferman hat dayîn da ku Konsulxaneya Îsraîl bê bidestxistin. Piştî vê fermanê di 11ê Sibata 1979an de Balyozxaneya Îsraîlê hat bidestxistin  û avahiya balyozxaneyê ji xelkê Filistînê re hat teqdîmkirin. Her wiha tabelaya avahiyê jî wek ‘Balyozxaneya Filistînê’ hat guhartin.

ji bo bal bên kişandin li ser îşxala Filistîn, Quds û Mescîd-î Eqsayê ji teref  Îmam Humeynî ve îna  herî dawî ya meha Remezanê wek ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ hatibû îlankirin û Misliman jî ji vê yekê re desteka xwe îlan kiribûn. Ji ber vê yekê di vê rojê de digel welatên Îslamî her wiha li welatên Ewrûpayê jî  ji teref Mislimanan ve xwepêşan û bername tên tertîpkirin.

Serokê Berê yê  Şaxa Siyasî yê HAMASê Xalid Meşal di daxuyaniya ku di derheqê vê gava ku ji bo azadiya Qudsê hatiye avêtin de dabû de wiha gotibû: “  Îmam dirûşmaya îro Îran sibe Filistînê diqêrîne û ji bo Misliman li dora Qudsê li hev bicivin ji ‘Roja Qudsa Cîhanê’ vedixwîne.”

 Rêberê  Cemaeta Hîzbullah jî di daxuyaniya ku di derbarê mijarê dabû de wiha gotibû: “

Civak di vî warî de ji bo bi şûir bibe divê bê agahdarkirin ku ev yek girînge. Ji ber vê minasebetê di wê îna herî dawî ya Remezanê ya ku Îmam Humeynî wek ‘Roja Qudsê ya Cîhanê’ îlan kiriye de  divê Misliman li dijî siyonîzm bername  û xwepêşanan li dar bixin û him siyonîzm û him Amerîkaya ku destekê didiyê şermezar bikin  da ku sefên xwe diyar bikin.”

Ji ber vê minasebetê  HAMAS îna sibe ‘Îna Hêrsê’ îlan kir û bang kir da ku li sînora Xazzê xwepêşaneke mezin bê tertîpkirin.(ÎLKHA)






 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe