Par li Qahîreya paytexta Misrê, hêzên cûntayê girtibûn ser meydanên Rabîatul Adewiyye û Nahdayê û bi hezaran protestovanên ku li ber derbeyê civiyabûn qetil kiribûn. Ji lew 14ê Tebaxê wek Roja Rabîayê ya Dinyayê hatibû îlankirin.
Bi minasebeta van qetlîaman, li Berlîna paytexta Elmanyayê çalakî hat lidarxistin. Çalakvan li ber deriyê Brandenbûrgê civiyan, alayên Misrê û sembola Rabîayê hilgirtin, sloganên “Ji Misrê re Azadî” “Ji Misrê re Aştî” “Ji Derbeya Leşkerî re Na” avêtin. Bi find û mûman R4bîayê nivîsandin. Di xeberdana de hat îfadekirin ku îdara niha derbeker e û xiyanet bi xelkê Misrê kiriye.
Li Tûnûsê jî grûba protestovan, panqartên Rabîayê hilgirtin û li dijî derbeker Sîsiyê slogan avêtin. Protestovanan xwest ku serokcimhûrê hilbijartî Muhemmed Mûrsî dîsa vegere ser wezîfeyê.
Her wiha li Waşîngtona paytexta Emrîkayê jî, bi minasebeta salvegera yekem a Rabîayê protestoyek hat rastkirin. Protestovanan bi şanoya tiyatroyê û sembolîk qetlîamên li meydanên Rabîa û Nahdayê nîşan dan.
Çınarın Sesi