Piştî êrîşên 11ê îlonê, di pêşîvantîya Amerîkaya emperyalîst de cepheya xaçperestan welatên muslumanan yek bi yek îşgal kiribûn û li ğerbê jî hinek sivîlên rûhê wan nexweş, di serkêşiya papazan de çalakîyên şewitandina Qur’ana Pîroz dabûn destpêkirin.
Ev êrîşkarîya ku bi ehmaqî û dûrîaqil ewladên muslumanan bi xwinxwarî qetil dikir û ji teref bênisîban ve şewitandina Qur’ana Pîroz, li ‘alema Îslamê bûbû sedema bertek û tepkîyên şedît.
Li ber êrîşên li dijî Qur’anê ku disala 2010an de gihabûn zîrweyê, li Batman û Dîyarbekirê, bi deh hezaran musluman ji bo bertekên şedîd nîşan bidin civîyabûn.
Platformên Nesla Quranî û Evîndarên Pêxember jî 11ê îlonê, wek Roja Xwedîderketina li Quranê ya Dinyayê îlan kiribûn û gazî pevrebûna li dor Quranê kiribûn.