“Rojavayê ku êrîşê alema Îslamê dike hertim heyirî maye”

Serokê SDAMê Abdulkadîr Turan li Elezîzê beşdarê bernameya bi navê “Rojava, Tirkîye û Îslam” ê bû, Turan di bernamê de diyar kir Rojavayê ku êrîşê li alema Îslamê dike hertim heyirî maye.

Li Elezîzê ji teref Koma Xwendevanên Rêber ya Zanîngeha Firata Elezîzê ve konferansa bi navê “Rojava, Tirkîye û Îslam” ê hat lidarxistin. Konferansa ku Serokê Navenda Raman û Analîzên Stratejîk (SDAM) Abdulkadîr Turan beşdar bûbû di Salona Fakulteya Veterînertiyê Prof. Dr. Mustafa Temîzerê de hat lidarxistin.

Konferans bi tîlaweta pîroz dest pê kir û bi danîşana sînevîzyonê domî. Dûvre Hamza Demîrelê ku serokê Koma Xwendevanên Rêber ya Zanîngeha Firata Elezîzê ye axavtinekê kir. Demîrel di axavtina xwe de destnîşan kir ku Xerb ji aliyekê ve dîroka Îslamê ji holê radike ji aliyekê din ve jî dîroka xwe diparêze.

Piştî axavtina dest pêkê Nivîskar û Lêkolîner Abdulkadîr Turan axavtinekê kir.

 “Xerb berê di êrîşa Xaçperestan de dûvre jî di êrîşên Mogoliyan de heyirî ma”

Turan wiha dest bi axavtina xwe kir: “Îslam ji roja ewil heta îro Xerbê heyrandiye. Noqteya din a ku Xerbê heyirand Seferên Xaçperestan bû. Fermandarê Xaçperestan heta Ciddê çûbû û li wir gotibû ‘Ez dê heta Mêdînê biçim û dê ez hestiyê Muhemmedî bişikînim û ez dê vê yekê wek muzaferiyê bibim Ewrûpayê.’ Lê ew wek esîr ket destê Seleheddînê Eyyûbî. Ji ber vê yekê bi 100 hezaran Xaçperest mecbûr man ku vegerin. Piştî vê yekê têkçûna Mogolan yê ku Xaçperest lê zêdetir heyirîn derket. Gava Xaçperestan dîtin ku nikarin têka me bibin wan guman kirin ku dê Mogol têka me bibin. Gotin ‘Ev xelkê Mogol wehşî ne. Dê bên û wan ji holê rakin.’ Lê Zahîd Baybars derdikeve beriya wan. Mogolên ku ji bo têkbirina Mislimanan tên, Misliman têka wan dibin.”

 “Mogolên ku hatin Mislimanan ji holê rakin bûn Misliman û medeniyetekê nû saz kirin”

Turan bal kişand ku Mogol bûne Misliman û şaristanekê nû saz kirine. Dûvre Turan axavtina xwe wiha domand: “Qebiliyeta nûkirina xwe ya dînê Îslamê heye. Medeniyetên din jî bandordar dike. Berê avahiyên Mogolan ji erebeyên hespan pêk dihatin. Lê Mogol dibin misliman û piştî ku dibin misliman jî li Qirima ku niha li bakura Behrareş cî digire bajarên ku ji 500 hezaran pêk tên saz dikin. Di wê dewrê de Parîs û Londra metropoplên nêzê 20-25 hezar kesanî saz dikin. Wekê ku hûn dizanin bajar û medeniyet ji hev cûda ne. Li vir Îslam him qewmên wehşî dide sekinandin û him jî bi wan şaristan dide sazkirin. Gava ku Xerb vê yekê dibîne gelek diheyîre.”

 “Rojava, zanistê wek bombekê siyasî pêşkêşê Îslamê kir”

Turan belav kir ku Rojava, zanistê wek bombekê siyasî pêşkêşê Îslamê kiriye. Dûvre Turan axavtina xwe wiha domand: “Li cem me pêşketina zanistê rawestyaye. Zanist tiştekê wisa ye gava ku hûn bi zanistê emel nekin û zanistê li pêş nexin dê hûn wek çawa ku mirov diçe ji cîranan agir dixwaze dê hûn mihtacê cîranan bibin. Em jî li pêş naxin. Em diçin ji cîrana dixwazin. Em Şînasî dişînin Xerbê ku ew îqtîsadê hîn bibe were. Xerb Şînasiyî ji me re wek nivîskar dişîne. Em Abdullah Cevdetî wek bijîşk û tioxtor dişînin Xerbê. Lê Abdullah Cevdet wek endazyar vedigere cem me. Hûn hewl didin ku zanistê ji Rojavayê bigirin lê Rojava, zanistê wek bombekê siyasî pêşkêşê Îslamê kir.” (ÎLKHA)

 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye