Li herêma rojhilat, tesîra berfê zêde dibe. Barîna berfê, çûnûhatinê dide sekinandin. Riya gelek gundan hat girtin.
Li bajarên Erzerom, Qers, Ardehan, Agirî barîna berfê pir tesîr dike. Merkezên van bajaran sipî bû. Li hinek deveran bilindiya berfê giha 25-30 santîmetreyê. Kesên bîra berfê nedikirin, tekerê zivistanê nexistibûn wesaîtên xwe, xwendekarên ku sibehê diçûn mekteban şerpeze bûn.
Ji ber barîna berfê, riya Diyarbekir û Mûşê hat girtin, dûre bi xebata ekîbên rê, hat vekirin.
Her wiha li Wanê, Colemêrgê, Bedlîsê, Bîngol û Mûşê jî, do bi danê sibehê ve, barîna berfê dest pê kir û li rewşa heyatê tesîr kir. Gelek riyên gundan hatin girtin. www.bangaheq.net