Rojnameya Gundemê heqaretî Hz. Muhammed kir

Rojnameya Ozgur Gundemê ya ku di xeza PKKê de weşanê dike di hejmera xwe ya îro de bi karîkatureke ku xez kir heqaret li Hz. Muhammed kir.

Her weke ku tê zanîn PKK û niçikên wî di her firseta ku bidestdixin de heqaretî pîroziyên Îslamê dikin ku îro vê kirina heqaretan domandin.

Rojnameya Ozgur Gundemê ya ku di xeza PKKê de weşanê dike di hejmera xwe ya îro de(9ê Adara 2016an) di karîkatura ku weşand behsa hadîsa şerîf a di derheqê pîrekan de ji teref Pêxemberê me ve hatiye gotin ‘Cennet di bin pêyên dêyan de ye ‘hat  kirin û bi vê karîkatura ku hat xezkirin heqaret hat kirin.

Her weke ku tê zanîn berî niha jî çendîn car ji teref PKKê û hinek saziyên ku niçikên wî ne ve  heqaret li pîroziyên Îslamê hatibûn kirin .Di serî de xelkê Kurd ên misliman û her wiha raya giştî ji van  heqaretên ku hatibûn kirin re bertek nîşan dabûn.

Her weke ku ew ê bê bîran sazîninan ku di xeza PKKê de ne berî niha li Silopiyê hinek pîrekên bi çarşef li zîncîran xistibûn û bi vî awayî heqaret li tesettûra pîrekan kiribûn  ku di pey vê bûyerê de êdî cardin heman tişt li Diyarbekirê di pêşangeheke ku ji teref Şaredariya Mezin a Diyarbekirê ve dihat destekkirin de berdewam kiribû.

Di fealiyeta ku ji teref HDPê û saziyên ku li dûv wan ve diçin de di bin navê ‘ Roja Piştevanî û Mucadeleya li Dijî Şideta ku li Jinê tekirin ‘ de zîncîr li destê pîrekên ku çarşef li xwe kiribûn xistibûn û pankartên ku hîcap û çarşefê xistibûn hedef hatibûn vekirin.Ev  kiryar di raya giştî de hatibû dîtin. Ew kes bi vî awayî hewl dabûn da ku nîşan bidin pîrekên bi çarşef esîr in.

Di van bernemayên ku hatibûn kirin de  heqaret li şîarên Îslamê hatibû kirin û afîşên mîna ‘ Namûs kabûseke civakî ye’ hatibûn vekirin.Di heman bernameyên ku hatibûn kirin de Hevserokên Navçeya Sîlopiyê yên HDP û DBPê, endamên Kurdî-Derê, Dêyên Meclîsa Aştiyê û jinên ku endamên KESKê bûn beşdarî bûbûn.

Sala borî jî  tabloyên bi navê NU, di Salona Pêşangehê ya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê,  Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn û li Pêşangeha Hûnerê ya Ameda Sumerparkê hat  weşandin de jî  çarşaf wek sembol û nîşaneya esîriyê hatibû nişandan û  bi zîncîr kirina destê pîrekên bi çarşef, helwest û tewrên xwe yên li dijî  Îslam û şîarên Îslamê ew kes nîşan dabûn.

Di bernameya ku qala wê hat kirin de Seroka Şeradariya Mezin Gultan Kişanak û her wiha gelek rayedarên HDPyî cihên xwe girtin  û heqareta ku hat pêşandan re çepkan dan.

Dîsa sala borî  weke tê zanîn Şaredariya Yenîşehîr a HDPyî karîkaturên ku berî niha li Danîmarkêyê  hatibûn weşandin û di wan de heqaret li Hz. Muhammed hatibûn kirin li navenda bajêr bi bîllboardan ve daleqandibû.Ev bîllboardên ku hatibûn daleqandin ji teref xelkê Diyarbekirê ve hatibûn derxistin.

Ev kiryar û fealiyetên ku ji teref PKKê û niçikên wî ve tên kirin  wek provakasyoneke mezin tên nirxandin.Her weke  li ber çavan e  PKK û niçikên wî her roja ku derbas dibe van êrîşên xwe yên li dijî Îslamê  bi şikleke aşkere dikin.

Karîkatura ku di Rojnameya Ozgur Gundemê de hatiye weşandin  bi dest Xelîl Încesu hatiye xezkirin ku kirina van heqaretan ne ya ewil e.Di karîkatura ku di Rojanameya Ozgur Gundemê hat weşandin de  heqaret li hadîsa Pêxemberê ya ‘Cennet di bin pêyên dêyan de ye’ hat kirin. Ev karîkatur him di rojnameyê de hat weşandin û him jî di malpera înternetê jî hat weşandin.Berî niha car din  dîsa Xelîl Încesu heqaret  li Hz. Adem û Hawa kiribû.

Her weke ku ew ê bê biran dîsa di sala 2015an de  ji teref Lijneya Jinan a Şaredariya Îpekyoluya Wanê ve li Parka Sanatê ya ku li ser Kolana Cumhuriyetê ye  pankarteke ku dijberiya Hz. Muhammed dihat kirin  hatibû daleqandin.  Di pankarta ku hatibû daleqandin de nivîsa ‘EM NE EMATEN IN, EM JIN IN” hatibû nivîsandin ku bi vê gotinê ev hedîsa pêxemberê me ‘ Jin ji we re emanetên Xwedê ne” hatibû hedefgirtin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye