Xwepêşanên ku li Meşhed û Kaşmera bajarên Îranê berî vê çend rojan “bi hinceta bihabûna heyata” dest pê kiribûn bûn xwepêşanên dijberî hikûmet û rejîmê.
Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî bi daxuyanîyeke ku belav kir derbarê mijarê de got ku şiddet û ji qadên qamûyê re dayîna zirarê na rexne ye.
Ruhanî di berdewama daxuyanîya xwe de wisa got: “Li gor makeqanûnê mafê xelkê heye ku xwepêşanan li dar bixe û rexneyan bike. Hikûmet dê li dijî wan kesên ku hovîtîyê dikin bi tolerans tevnegere. Ji bo çareserîya hinek meseleyan wext lazim e û bo çareserîya van meseleyan divê hikûmet û xelk dest bidin hev.”
Rûhanî di dawîya axavtina xwe de derbarê daxuyanîyên ku ji teref Trump ve hatiye dayîn de jî wisa got: “Kesekî ku Îranîyan wek terorîst îlan kiriye nikare derbarê Îranîyan nikare daxuyanîyan bide.”
ÎLKHA