Rûhanî li dijî siyonîstan banga yekîtîyê kir

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî destnîşan kir “Em wek Îranê amade ne ku bi temamê welatên Mislimanan re hevkarîyê bikin.Bi vî awayî em amade ne Qudsê biparêzin.”

Piştî ku Serokê Amerîka Qudsê wek paytexta sîyonîstan nas kir re îro Teşkîlata Hevkarîya Îslamê li Stenbolê civîya. Serokomarê Îranê Hesen Rûhanîyê ku beşdarî civînê bû di civînê de axavtinek kir.

“Îro ji wehdet û piştgirîyê pê ve tu çareya me tuneye”

Rûhanî di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir qerarên ku hatine standin li herêmê dê bibin sedema rageşîyên nû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê em pêkve li dijî qerara Amerîka bisekinin û divê me nîşan bidin ku dê ev yek çênebe. Ger Misliman li dijî vê hareketa xeyrî meşrî bêdeng bimînin ew ê li rasta armanc û hedefên xirabtir bên.”

Rûhanî wiha dawî li axavtina xwe anî: “Em wek Îranê amade ne ku bi temamê welatên Mislimanan re hevkarîyê bikin.Bi vî awayî em amade ne Qudsê biparêzin. Di vê mijarê de tu şert û mercên me û tirsa me tuneye.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin