Rûhê 28ê Sibatê Li Amedê Ji Mezel Rabû

Midûr Heqaret Li Mamosta Sernixumandî Kir

 Wekî tê zanîn zihniyeta 28ê Sibatê, bûye boçika bizina beş. Ji çepgîr û cimhûriyetçiyan, ji milliyetçiyû demokratan, kî ji Îslam û me’newiyetê aciz dibe, vê boçikê bi stûyê xwe vedike.

Do zihniyeta 28ê Sibatê, li mektebeke Diyarbekir torr û şeytanqûnî bû. Midûrê ku xwe bi bekçîtiya cimhûriyetê dida naskirin, ji ber tesettur û sernixûmandiyê, li ber çavên xwendekaran, heqaret li mamosta Kadriye Sevgî Yilmaz kir.

Kadriye Sevgî Yilmaz, 13 sal e ku mamosta ye. Mamosta Sevgî Yilmaz, do li Mekteba Ewliya Çelebiya semta Kayapinarê, ji ber ku sernixumandî ket dersê, ji teref midûrê mektebê Zeynelabîdîn Demîr ve, li ber çavên xwendekarên xwe, marûzî heqaretan bû.

Li ser hadîseya skandal û heqaretwarî, muxabîran baz dan mektebê. Xwestin dîmen û vîdeoya hadîseyê bikşînin. Midûrê ku xwe bi bekçîtiya cimhûriyetê dida naskirin, ji ber kişandina fotoğrafan veciniqî û li ser muxabîran hêrs bû. Miellimên sendiqayên, yên ji mektebên din û xwendekaran jî, destek dan Mamostayê.

Mamosta Yilmaz ji ajansa xeberên Îlkeyê re weha xeber da “Midûr beg, ji min re got ku, tu bi vê rewşa xwe ya sernixumandî nabe jinka cimhûriyetê. Li ber çavê xwendekarên min, min kişkişand derve.”

Li ser hadîseyê Yûnûs Memîşê serekê Memûr-Sen a şaxa Diyarbekir jî wiha peyivî “Tu kes nikare li ber çavê xwendekara, wiha heqaretê li mamostayê wan bike. Mamosta ya sernixûmandî, ji teref midûr ve ji dersê hatiye derxistin. Midûr li mektebê wezîfa cenderme dibîne. Lewra hê ji zihniyeta 28ê Sibatê xelas nebûye. Heyf û mixabin îro zihniyeta 28ê Sibatê, li mekteba Ewliya Çelebî torr û şeytanqûnî bûye.”

Xwendekarên Mamosta Sevgî Yilmaz jî, ji midûr gazin kirin û îfade kirin ku midûr beg, bi çepilên mamosta wan girtiye û ji dersê derxistiye. Xwendekar ji mamostayê xwe hez dikin û heqareta li mamostayê xwe qebûl nakin.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar