Rusya li Ukraynayê êrîşî îstasyona tirênê kir: 15 mirî, 50 birîndar

Vladîmîr Zelenskîyê Serokê Dewletê Ukraynayê, daxuyand ku di encama êrîşa Rusyayê ya li îstasyona tirênê de 15 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn.

Êrîşên Rusyayê ya li Ukraynayê ku di 24ê Sibatê de dest pê kiribû bi şidet berdewam dike. Ya dawîn jî êrîşî îstasyona tirênê ya ku li bajaroka Chaplyneya ku 145 kîlometre li rojavaya Donetskê ye kir.

Derheqê êrîşê de daxuyanîya ku Vladîmîr Zelenskîyê Serokê Dewletê Ukraynayê kir de hat diyarkirin ku di encama êrîşê de herî kêm 15 kes canê xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe