Meha Remzanê gihaşte ber asta bi dawî bûne û ji Eyda Remezanê re jî ma du roj, êdî Mêrdînî ji bona danûstandinê xwe bi ber bazar û sûkê ve ango xwe berdidin Sûka Dîrokî ya Mêrdînê ku ev yek jî dibe wesîleya kenîna rûyê dikandarên Mêrdînî.Her wiha hemwelatiyên ku ji bo danûstandinê xwe berdidin sûkan ji bihaya tiştên ku tên firotin memnun in.
Di derbarê mijarê de ji dikandarên Mêrdînê dikandarê bi navê Mehmet Yuksel wiha axivî: “Xelkê ku tê sûka me ya dîrokî temamê lazimiyên xwe tedarik dikin û diçin malên xwe. Hemd ji Xweda re temamê dikandaran ji vê bereketê nesîpdar bûn.Qismek însan berîya fitarê û qismek jî piştî fitariyê tên û heta paşîvê danûstandina xwe dikin.”
Serokê Yekîtiya Odayên Sanatkar û Esnafên Mêrdînê Dogan Gazan di derbarê mijarê de diyar kir ew ê ev hereketdarî heta eydê berdewam bike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Eyd nirx û kelecanên me yên manewî ne.Dikandarên me ji bo eydê haziriyên xwe xelas kirine û tiştên xwe bi bihayeke munasîp difiroşin. Xweda quwetê bide temamê dikandarên me.A niha ve eyda temaman mibarek û pîroz bû.”(ÎLKHA)