Îran li ser patriyotên Tirkiyê tepkî nîşan da. Wezîrê karên derve yê Îranê Elî Ekber Salihî îfade kir ku wê patriyot, bibin sebeba tevgerên kişkişînê.
Li gor xebera ajansa İRNAyê, Salihî wiha beyan kir “Bicîhkirina sîstemên patriyotan, wê tiştekî nebe serî. Bicîhkirina wan, wê bibe sebeba tevgerên provokasyonê û dibe ku netîceyên ji wan hêvî nayên kirin biqewimîne. Wan fuzeyên patriyotan, ewlehiya herêmê jî ava nakin.”
Sererkanê Îranê Fîruzabadî jî wiha got, “Tirkiye dostê me ye û em dixwazin Tirkiye di ewlehiyê de be. Lê her patrîotek, li ser rûyê erdê qirejiyek e, dibe ku rê li ber şerê cîhanê veke” Fîrûzabadî dewletên rojava, bi plankirina şerê cîhanê, sûcdar kir û wisa dewam kir: “Ev yek, him pêşeroja Ewrûpayê him jî ya dinyayê, wê bixe talûkeyê.”
Li aliyê din hat îfade kirin ku, ziyareta Mahmûd Ehmedînecad ya ku, wê li Tirkiye bikira hatiye betal kirin. Berî niha hatibû diyar kirin ku, li ser daweta Teyyîb Erdoğan, wê Ehmedînecad bihata merasîma Şebî Arûs ya ku li Konyayê tê li dar xistin. Çavkaniyên dîplomatîk yên Îranê, dan zanîn ku, ji ber hinek programên din yên Ehmedînecad, ziyareta Konyayê hatiye betal kirin.
bangaheq.net