Rejîma cimhûriyeta Kemalîst, ji damezrandina xwe û vir ve dijminantiya Îslam û xebatên îslamî û xelkê musluman, kiriye hedefa xwe ya ewil. Ji lew heta niha gelek alimên wek şehîd Atif Xoce û şehîd Şêx Seîd daliqandinE, gelek alim wek Bedîuzzeman xistine hepsan, gelek xizmetkarên dînê Îslamê jî şehîd kirine.
Ev jihniyet bi zorbatî û bêhiqûqiyên çeteya 28ê sibatê, li ser xizmetkarên Îslamê û xelkê musluman, zordestîyên wehşiyane rast kirin. Nexasim piştî sala 2000î bi deh hezaran mensûbên cemeata Hîzbûllah di bin îşkenceyên giran re derbas bûn, li bi sedan kesên xizmetkarên Quranê, bêhiqûqî û neheqî cezayên muebbetê hat birîn. Bi hezaran jî sirf ji bo li camiyan dersa Quranê dabûn di navbera 5 sal û 17 salan de li wan ceza hat birîn.
Li hinek mensûbên Cemaeta Hîzbûllah jî, înfazên bêyargi hatin rastkirin. Yek ji wan şehîd Selaheddîn Uruk e ku yek damezrînerê Cemaetê bû. Selaheddîn Uruk bi xebat û fedakariya xwe ya Îslamî dihat zanîn. Berî şehadeta xwe çend salan di hepsan de mabû. Piştî hepsê bi salan di hîcretan de xizmeta Îslamê kir û da meşandin. Weka ustad xwe dabû de’wa heqîqetên îman û Quranê. Ji biçûkahiya xwe heta roja şehadetê heyateke Îslamî ji xwe re kiribû derd û prensîb. Bi vî exlaqî gelek ciwan û telebeyên Quranê gihandin.
Di 5ê Îlona 2001ê de, li warê Tekîra Pozantiya Edenê ji aliyê hêzên dewletê ve hat şehîdkirin. Her sal di roja şehadeta wî de bi hinek çalakiyan ji aliyê dost û muhîbên wî ve tê yadkirin. Xweda rehma xwe li wî li temamê şehîdên dew’a îslamê bike.
Çınarın Sesi