Salvegera Şoreşa Îslamî

Îran salvegera şoreşa Îslamî ya 34an pîroz dike. Pîrozbahiyên şoreşê, bi heman demê de di serî de li Tehranê li 30 eyalet û 900 navçeyan, bi tevlîbûna bi milyonan kesan tên lidarxistin.

 Îran salvegera şoreşa Îslamî ya 34an pîroz dike. Pîrozbahiyên şoreşê, bi heman demê de di serî de li Tehranê  li 30 eyalet û 900 navçeyan, bi tevlîbûna bi milyonan kesan tên lidarxistin.

Millet bi qerebalixên mezin di kolan û meydanan de meşiyan. Posterê pêşîvanê inqilabê û damezrînerê cimhûriya Îslamî Îmam Xumeynî, lîderê Îranê Seyyîd Elî Xamaneyê û resmên şehîdên şoreşê hilgirtin. Di lehê înqilabê de û di aleyhê mustekbîran de slogan avêtin. Her wiha li dijî Emrîka û Îsraîlê jî, sloganên “bimre Emrîka” “Bimre Îsraîl” avêtin. Merşên şoreşa Îslamî hatin xwendin.

Serokcimhûr Mehmûd Ehmedînecad, tevlî pîrozbahiyên li meydana azadiya Tehranê bû. Ji bi sed hezaran kesan re xeber da. Bangî welatên rojava yên ku, ji ber fealiyetên nukleerê ambargo danîne ser Îranê kir. Ehmedînecad îfade kir ku, eger welatên rojava dev ji boykot û ambargoya xwe berdin, wê bi şexsê xwe bi Emrîka re hevdîtinê pêk bîne. Mesaja Ehmedînecad, piştî gotina lîderê dînî seyyîd Elî Xamaneyê ya ku, wê bi tu şertî bi Waşîngtonê re neyne ba hev, hat gotin.

Wekî tê zanîn di yekê Sibata 1979an de, Şahê Îranê Riza Pehlewî, Îranê terk kiribû. Ayetullah Îmam Xumeynî, bi salan piştî sirgûnê ji Parîsê dihat Tehranê û Cimhûriya Îslamiya Îranê dihat avakirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar