Hêzên ordiya Esed li derûdora Şamê, bi sîlehên giran operasyon rast dike. Li Hacer Eswed û Yermûkê, di bin operasyonan de 15ê wan Fîlîstînî 30 kes hatin kuştin. Bi dehan mal û xanî xerabûn.
Aktîvîstan îfade kirin ku ordiya Sûriye bi sîlehên giran li başûrê paytextê, li Hacer Eswed û li qempa multeciyan ya Yermukê, operasyon rast kiriye. Di operasyanan de 15 Fîlîstînî û 15 kesên din hatine kuştin. Operasyon dewam dike û li ser herêmê duman bilind buye.
Teşkîlata şopandina heqên însana ya Sûriye jî diyar kir ku li seranserê welêt, di şer de pirrê wan li Şamê, 110 kes hatine kuştin.