Şaredariya AK Partiyî ji festîwala bê exlaq re mazûvantî dike

BÛRSA - 55 emîn Festîwala Bursayê ya Navneteweyî a ku Şaredariya Mezin a Bursayê ya AK Partîyî jê re sponsorî dike dibe sedema dîtina dîmenên bê exlaq.

55 emîn Festîwala Bursayê ya Navneteweyî a ku Şaredariya Mezin a Bursayê ya AK Partîyî jê re sponsorî dike di 16ê Gulanê de destpê kiriye. Di vî festîwalê de dîmenên ku zirarê dide manewiyate însanê tê nîşandayîn.

Di festîwala ku ji 16ê Gulanê dest pê kiriye û dê heta 4ê hezîranê bidome de her roj bi dîmenên tazî û xeyrê exlaqî menewiyeta însanan tê xirabkirin.

Di bajarê Bursayê ya ku wek bajarê ewliyayan tê zanîn de ji ber ku festîwalekî wiha bi komên tazî yên dreqsînin tê lidarxistin gel herehet e.

Ev festîwal bi sponsoriya Şaredariya Mezin a Bursayê û ji teref Weqfa Çand, Huner û Turîzmê ya Bursayê ve tê lidarxistin. Digel bûyerên ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn de wek şer, mirin û êş diqewime di serî de misliman nirx û hestên gel qet nayê fikirîn.

Êvara 21ê Gulanê Koma ‘Îstanbul Devlet Opera ve Balesî’ bi navê ‘Dansin Rengî’ raberiya bê exlaq da temaşedan û gel li hemberî vî yekê gelek heyirî. Ev wêneyên bê exlaq dibe sedema berteka gel.

Piştî vî bernameya bê exlaq a ku li Salona Osmangaziya Navenda Çandê ya Kongreya Ataturkî ya ku AK Partî sponsortiya wê bernamê kiribû dê di 29ê Gulanê de bi navê ‘Gazîno Show’ê dûbare ji teref şaredariya AK Partiyê ve berneme were lidarxistin.

Serokê Şaredariya Mezin a Bursayê Recep Altepe beriya festîwalê civînekî çapemeniyê lidar xist. Altepe wiha axivîbû: “Festîwala me 55 sal e ku bi çoş nirxên me yên bajarê dide jiyandin.” Lê ev festîwala ku hatibû lidarxistin ji nirxên gel gelek dûr bûn. Ev yek jî bala gel kişandibû.

Her wiha Altepe diyar kiribû ku dê vî festîwalê bi hunermendên ku di dinyayê de bi navnîşan in lidarbixe. Lê festîwala ku hatibû temaşedayîn gelek bê exlaqiyê di nav xwe de dihewand.

Ji ber ku ev vîdyo û wêne li dijî exlaqê ne û zirarê dide manewiyeta însanê em van wêne û vîdyoyan nadin weşandin. (ÎLKHA)



 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Lazim e ku mifredatekî li gorî nirx û hêjayên me bê amadekirin
Ji Serokê Giştîyê HUDA PARê Yapicioglu peyama 1ê Gûlanê
Ji teref HAMASê ji bo şehîdê Qudsê “Hasan Saklanan” daxuyanî hat belavkirin
Ambûlans û wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Pîrejina ku dûçarî êrîşa kûçikan ma bû jiyana xwe ji dest da