Şaredarîya Tetwanê tabeleya Kurdî jî daliqand

Li ser avahiya Şaredariya Navçeya Tetwanê ya girîdayê Bedlîsê bi tirkî û kurdî tabelaya "Şaredariya Tetwanê" hat daliqandin.

Rêveberîya Şaredarîya Tatwanê biryar stand û li ser avahiya Şaredariya Navçeya Tetwanê bi tirkî û kurdî tabelaya Şaredariya Tetwanê hat daliqandin.

Serokê Şaredariya Tetwanê Fettah Aksoy der barê tabeleya kurdî daxuyaniye belav kir û got: "Salên berê me di navbara xwe de nikarî bûn bi kurdî biaxivîyan. Me bi zimanê dayika xwe ji ber ku qedexe bû nikarîbûn biaxivîyan. Lê îro  êdî li ser şarederiyê tabelaya bi kurdî me daliqand û em ji ber vê jî gelek kêfxweş in.

Serokê Şaredariya Tetwanê wiha pê de çû: Li gor qanûna partîyên sîyasî ne mimkûn bû di qada û di salonada tu kesî bi kurdî biaxivîya. Lê êdî îro ev qedexe rabûn em dikarin bi aramî û bi rehetî bi zimanê dayika xwe biaxivin û dikarin bi nivîsin.

Aksoya wiha dawi li axaftina xwe anî:  Di şaredariyê da tabelayên odeyan jî bi kurdî ne û wê xebatên xwe yên ji bo kurdî dewam bikin.  Em di peyamên xwe yên pîrozbahiyê da jî kurdî bi kar tînin. Me tabelaya avahiya xizmetê jî bi du zimanan dalqand. Bila li Tetwan û li welatiyên me pîroz be." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar