Şaxên Ciwanîyê ya HUDA PARê ji teref AGGDyê ve hat ziyaret kirin

AGDD (Komeleyê Peyanerên Ciwanê Anatolîyê) Şaxên Ciwanîyê yên Amedê ya HUDA PARê ziyaret kir û wan gazî bernameya “Di Pêvajoya Çareserîyê de Ciwanî û Danasîn” kir.

Heyeta AGDDyê ya ku bi serokatîya Mehmet Cîhan Şîmşek hatibûn serdanê, ji teref Şaxên  Ciwanîyê yên Amedê ya HUDA PARê  bi serokatîya Yasîn Dursun û bi endamên şaxên ciwanan ve hatin pêşwazî kirin.

Yasîn Dursun a ku serokê Şaxên  Ciwanîyê yên Amedê ya HUDA PARê ye di derbarê rojevê de fikr û ramanên xwe bi mêvanên xwe re parve kir û bal kişande li ser girîngîya hilbijartinên 7ê hezîranê. Yasîn Dursun her wiha destnîşan kir ku dixwazin ji Amedê Zekerîya Yapicioglu bişenin meclîsê.

Dursun, axaftina xwe ya di derbarê hilbijartinan de wiha domand: “Ez bawer dikim ku Namzetên Azad dê him di qada mafên însanî de  him jî di qada mafên îslamî de tesîreke mezin li hikumetê bike.Ez bawer dikim ku heger namzetên Azad têkevin meclîsê, ev têketin dê him ji bo Kurdistanê him jî ji bo Tirkîyeyê bi kêr  bibe.”

Berdevkê AGDDyê Şîmşek jî di derbarê hilbijartinên 7ê hezîranê de serkeftin ji bo Yapicioglu xwast û wiha ragihand: “Divê HUDA PAR jî di meclîsê de hebe.”

Her wiha berdevkê AGDDyê  ciwanên HUDA PARî dawetî bernameya “ Di pêvajoya Çareserîyê de Ciwanî û Danasîn”ê kir. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar