Saytên webê yên şaredariyên ku qeyûm ji wan re tên tayînkirin tên jinûvekirin

Bi biryara ku ji teref Wezîrtiya Karûbarên Derve hat dayîn saytên webê yên 28 şaredariyên ku qeyûm ji wan re hatin tayînkirin 12ê wê tên jinûvekirin.

Hat ragihandin saytên webê yên 28 şaredariyên ku ji wan re qeyûm hatine tayînkirin 12ê wê tên jinûvekirin û 14ê wê jî hêj wekê xwe ye.

Wekê ku tê zanîn bi binasiya ku piştgiriya lojîstîk dabûn FETO û PKKê ji 28 şaredariyan re qeyûm hatibûn tayînkirin. Bi tayînkirina qeyûmê re saytên webê yên hinek şaredariyan hat jinûvekirin û saytên hinek şaredariyan jî hêj wekê xwe ye.

Gor agahiyên ku Ajansa Nûçeyan a Îlkeyê bi destxistiye saytên webê yên şaredriyên Batman, Colemêrg, navçeyên Sûr û Farqînê yên bajarê Diyarbekirê, navçeyên Dêrik, Kerboran û Nisêbînê yên bajarê Mêrdînê, Kopa Mûşê, Silopiya Şernexê, Xinisa Erziromê, navçeyên Artemêtan û Erdîşa Wanê tên jinûvekirin.

Hat ragihandin ku dabaş saytên webê yên van şaredariyan ji propexendeya rêxistinê hatine dagirtin. Ji bo ku ev sayt ji vî yekê werin paqijkirin dest bi xebatê hatiyekirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bihaya jêkirina qurbana biwekaletî dîyar bû
Petrola Ezerbaycanê li ser Tirkîyeyê ji rejîma sîyonîst re tê şandin
Li Entabê mîksera beton li mînîbûsê qelibî: 8 mirî
Zarokên ku beşdarî Mewlida Nebî bûbûn hestên xwe diyar kirin
“Însanîyet encax bi riayetkirina Pêxemberê me wê bighêje xelasîyê”