Sazîyên Îslamî dê li Qada Şêx Seîd kom bibin

Sazîyên Civakî yên Sîvîl ên Îslamî li Diyarbekirê him ji bona di salvegara mirina Şêx Seîd wî bi bîr bînin û him jî ji bona bertek ji qerarên darvekirinê yên li Misirê re nîşan bidin ew ê 28ê hezîranê roja yekşemê li Qada Şêx Seîd li hev bicivin.

Sazîyên civakî  yên îslamî yên ku li Diyarbekirê fealîyetan dikin di xwarina fitarê de li hev civîyan. Temsîlkarên gelek komele û sazîyên civakî her wiha ji Partîya Doza Azad û Partîya Saadet  rayedar jî beşdarî vê bernameya fitarê bûn.

Piştî xwarinê temsîlkarê bajêra Amedê ya Memur-Senê  Yunûs Memîş destnîşan kir ku divê misilman di nava yekîtî û beraberîyê de bin.

Sazîyên Civakî yên Sîvîl wê li Qada Şêx Seîd kom bibin

Memîş axavtina her wiha domand: “28ê hezîrana 2015an li Qada Şêx Seîd  ji bona ku him Şêx Seîd di salvegera mirina wî de bi bîr bînîn û him jî ji bona qerarên îdamê yên ku li Misirê şermezar bikin em ê li hev bicivin.”

“Em ê dawa û doza birayê xwe Aytaç Baran bidomînin”

Memîş wiha dawî li axavtina xwe anî: “Birayê me Aytaç Baran, wan rojên derbasbûyî  di êrîşekî bisîleh de hat qetilkirin. Xwedê şehîdîya wî qebûl bike. Ji ber vê yekê divê em safên xwe bijdînin û xwedî li dawa û doza birayê xwe derkevin. Heger em naxwazin ku tiştên bi vî awayî pêk werin, divê em digel hevdu hereket bikin.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar