Sê Mehên Pîroz Destpê Dikin

Ji sibê pê de sê mehên mubarek dê bibin mêvanê dilê me.

Ji sibê pê de sê mehên mubarek dê bibin mêvanê dilê me.

Hefta pêşiya me şeva ku pêşemê bi înê ve girêdide Şeva Reğaîba pîroz e.

Sê Mehên pîroz, ji Pêxemberê me ‘Eleyhîsselat û Wesselam vir ve di jiyana me de xwedî ciyekî girîng e. Ji berê ve Musulmanên ku jiyana xwe li gor Îslamê û sunneta Pêxember dimeşînin hewl didin ku van sê mehên pîroz li gor sunneta Pêxemberê me ‘Eleyhîsselat û Wesselam eda bikin.

Van rojên pîroz, ji bo ku Musulmanên gunehkar ji gunehên xwe safî bibin wek deriyê rehmetê ne û firsetên mezinin. Ev rojên pîroz weke deriyê kêfxweşî û hizûrê ne. Xweda Te’ala gotiye: “Dilovaniya min ji ğezeba min zêdetir e.” Ha ev roj ew rojin ku rehmet û dilovaniya Xweda Te’ala weke dilopên baranê bi ser me de dibarin.

Sê Mehên pîroz, bi taybetî jî meha Remezanê, rojên xweşdîtinê, ‘îbadetê, xwe parastina ji gunehan, dilovanî û qencî kirina li mirovan e. Belê van rojan rojên alîkarî kirina li feqîran, jinebiyan, sêwiyan, yextiyaran û kesên di rêde mane ne. Van rojan, rojên wisa ne ku rûhê meriv bi xêr û bêrên tên kirin tê coş û cezbê.

Resûlê Xweda ‘Eleyhîsselat û Wesselam, berî ku Remezan bê ummeta xwe ji bo Remezanê amade kiriye. Ji bo vê yekê rojî girtiye, sedeqeyan daye û rabûye şevlimêjan kiriye. Bi van kirinên xwe dê van rojan çawa bên jîndar kirin bi ummeta xwe daye hînkirin.

‘Alim û Melayên wek Seyda Mela ‘Ebdurrehîm Tîmûrtaş û Mela Fexrettîn Aslan beyan kirin ku; “Ğefleta di van meh û rojên han de qe li Musulmana nayê. Divê merivê Musulman teqez di van meh û rojan de xwedî bernameyek bi taybet bin. Divê van roj û mehan bi rojî û ‘îbadetên din bên borandin.” BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar