Şebekeya terorê ya îşxalker îşxala xwe ya li Şerîaya Rojava didomîne

Hat ragihandin siyonîstên îşxalker ew ê li herêma Newala Urdunê ya li Şerîaya Rojavaya ku di bin îşxala wan de yeavahîyên 10 hezar kesane çêbikin.

Li gor xebera rojnameya Haaretza ku li wan avên ku ji teref çeteya terorê ve hatine îşxalkirin tê weşandin, hikûmeta Serokwezîrê sîyonîst Binyamîn Netenyahu ew ê li herêma Agvara Şerîaya Rojava ya ku ji teref wan ve hatiye îşxalkirin dê avahîyên ku kapasîteya wan 10 hezar kesane ye înşa bikin.

Di xeberê de hat ragihandin li wê herêma ku lê 20 warên îşxalê hene û 4 hezar û 500 sîyonîst lê hatine bicîkirin terorê rejîmê dixwaze vê hejmarê zêdetir bike.

Sîyonîstan ji sala 1967an vir ve li Şerîaya Rojava ya ku îşxal kirine de 131, li Qudsa Rojava 10 û li herêmên li ser girikên Şerîaya Rojava jî tev de 116 warên îşxalê çêkirine.

Li gor hiqûqa navneteweyî îşxala ku li van herêman hatine kirin tev dereqanûnî ne.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin