Sefîr Berger Şaredara Entabê ziyaret kir

Serokê Delegasyona Tirkiyê yê Yekîtiya Ewqûpayê Sefîr Christian Berger Seroka Şaredariya Bajêra Mezin a Entabê ziyaret kir.

​Sefîr Christian Bergerê Serokê Delegasyona Tirkiyê yê Yekîtiya Ewqûpayê  yê ku bo ziyaretinan hat Tirkiyê, Seroka Şaredariya Bajêra Mezin a Entabê ziyaret kir. Di hevdîtina ku hat kirin de pêwendiyên Entabê yên bi Yekîtiya Ewrûpayê re hatin nirxandin.

Di ziyareta ku hat kirin de Berger destnîşan kir “Sala 2018an dê bibe sala Mîrasa Çandî ya Ewrûpayê, em dixwazin di wan xebatên ku dê di vê bergehê bên kirin de digel Entabê bixebitin.”

Fatma Şahîn jî di hevdîtinê de derbarê bajêr de agahî dayê û dest nîşan kir şaredariya Entabê û Yekîtiya Ewrûpayê digel hev di nav lihevkirinekê de ne.

ÎLKHA

 








 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin