Heta çend roj berê, ji ordiya Sûriye, veqetîn pêk dihatin. Çend roj berê, ji dîplomasiya Sûriye jî, veqetîn qewimî. Sefîrê Sûriye yê Bexdayê, ji ber operasyon û qetlîamên Esed, dev ji wezîfa xwe berda. Der heqê reva wî de gelek gotin hatibûn kirin.
Wezîrê Derve yê İraqê Hoşyar Zêbarî, beyan kir ku sefîrê Sûriyê yê Bexdayê, cudabûna xwe ji rejîma Beşar Esed diyar kiriye û niha li Qeter e.
Li gor xebera ajansa Reutersê, Zêbarî di vekirina sefareteke nû de li Parisê, ji rojnamevanan re got, “Sefîrê Sûriye Newaf el-Faris ku ji rejîmê cuda bûye, niha li Qeter e.”
Zêbarî tekîd kir ku cudabûna el-Faris, ji bo wan suprîzek bû, ji ber ku ew alîgirê rejîmê bû.
Hin kanalên medyayê û ajansên xeberan, do diyar kiribûn ku sefîrê Sûriye, xwe li Herêma Kurdistanê veşartiye. Lê berpirsê têkeliyên derve, yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, ew xeber derewandin û got, “Sefîrê Sûriye, nehatiye Herêma Kurdistanê.”
(Ferman Çiyayî/Bangaheq)