Şêx Ehmed Yasîn, Şêxê Berxwedana Îslamî a Filistînê. Digel ku pirê bedena wî şel bû jî pêşîvaniya du întîfadayên Filistînê kir. Şêxê Filistînê di 24ê Adara 2004a de dema ji mêja sibehê vedigeriya mala xwe ji alî Siyonîstan ve hat şehîd kirin. Sibê salvegera şehadet vî însanê mubarek e. Şêx Ehmed Yasîn bi vê minasebetê li gelek welatên Îslamê bi rehmet tê bibîranîn.
Neh sal bi ser şehadeta Şêxê Filistînê de derbas bû lê belê pêşîvanî û rûmeta wî a li ser komên berxwedanê hê jî didome.
Filistînî bi hesret behsa wî dikin û wî weke zanîngeha berxwedanê didin nasandin.
Şêx Ehmed Yasîn di sala 1937an de hat dinyê. Di ciwantiya xwe de bi sedem qezayekê felç bû. Digel ku tevî bedena wî felç bû jî, tevî jiyana xwe di perwerdekirina xortên Filistînî de borand, bi xebat û perwerdehiya wî xortên Filistînî bi şi’ûreke Îslamî û azadiyê mezin bûn. Ji ber ku di sê saliya xwe de bavê xwe winda kiribû sêwî mezin bibû. Dema gundê wan ji alî Siyonîstan ve hat îşğalkirin hîcretê ji ‘Esqelanê hîcretê Ğezzeyê kirin.
‘Umrê wî bi berxwedanê derbas bû û kete hepsên siyonîstan. Bi keda wî hepsê siyonîstan guherîn gulzar û medreseyên Yûsûfî. Di 67 saliyê xwe de pey ji mêja sibehê derket siyonîstan bi êrîşeke xayînî ew şehîd kirin. Êrîşa ku bi fuzeyan hatin kirin bû sedemê ku Şêxê Berxwedanê şehîd bikeve.
Yên ku wî şehîd kirin, ğezeba Xweda, melaîketa û tevî bawermendan kişandin ser xwe, lê belê ewî bi berxwedan û jiyana xwe a rengîn û bi têkoşîna Îslamî a ji bo azadiya Qudsê di dilê Musulmanên cîhanê de cî girt. Şêxê berxwedanê dara Berxwedana Îslamî bi xwîna xwe avda, dara ku bi wî xwîna mubarek hat avdan li tevî ‘alemê deng da. Îro dost û neyar herkes Hereketa Berxwedana Îslamî Hemasê ku Şêx Ehmed Yasîn sazkiriye qebûl dike.