Ji ber munasebeta meha şehadetê ji teref Navenda Giştî ya Cemîyeta Mustezafan ve daxuyaniyek hat dayîn.Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin qelbê şehîdan girêdayiye mizgeftan e ku taybetiya herî mezin a şehîdan ev e û şehadet jî meqama herî mezin e.
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ji bona meqama şehadetê fedakariyên mezin pêwîst in û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Xezîneya herî mezin a însan bedena wî ye. Bedena ku ji mal bi qedr û qiymettir e û di rêya Xwedê de fedakirina wî bedenî bi heman awayî karekî pîroz û bi qedr û qiymet e. Em dikin têkevin mehekî ku di rêya Xwedê de bi dûstura ‘Ev doz, dozeke mezin e, pêwîst e ku em herî ezîzên xwe di oxira vê dozê de feda bikin’ can hatine fedakirin. Exlebeyê rêberên hareketên Îslamî û mêrxasên ku navên wan di dîrokê de hatine nivîsîn di vê mehê de canên xwe firotin Xwedê.Wek Hasan El-Benna, Atifên Îskîlîpî, Abbas Musavî, Malcom X, Şêx Zekî û kesên mîna van.”
Di berdewama daxuyaniya ku hat dayîn de bal hat kişandin li ser ayeta 23emîn a Surêta Ahzabê û hat diyarkirin Şehîd kesê ku qelbên wan bi mizgeftan ve girêdayîne û wiha dawî li axavtinê hat anîn: “Divê li gor îmkan û derfetan di rêya Xwedê de înfak werin dayîn û divê em exlebeyê wextê xwe di mizgeftan de derbas bikin.”(ÎLKHA)