Şehîd Seyyîd Qûtûb

Şehîd Seyyîd Qûtûb46 Sal Berê Ji Ber Fikr û Ğîreta Xwe Ya Îslamî Hatibû Daliqandin

Do salvegera şehadeta Seyyîd Qûtûb bû. Şehîd Qûtûb di 29ê Tebaxa 1966an de li Misrê hatibû daliqandin.

Li Misrê hereketa Îxwanul Muslîmîn, li seranserê welêt bipêşve diçe. Hikûmeta wê dewrê pêşveçûna hereketê ji xwe re talûke dibîne û ewilî serekê hereketê Hesen Elbenna dide kuştin û dûre jî, ji îxwanul Muslîmîn gelek kesan digrin, li wan eziyet û îşkence dikin, gelek kesan jî didaliqînin mîna Ebdûlqadîr Udeh. Di vê dewrê de Seyyîd Qûtûb tevlî hereketê dibe û di ‘aleyhê rejîmê de xeber dide û dinivîsîne. Ji ber vê yekê jî tê girtin. Nêzî deh salan di hepsan de dimîne. Ji bo effûbûnê, uzra ji serekdewletê jê tê xwestin. Ew jî dibêje “Eger min xetayek kiriba ji xwe minê bixwesta. Madem ez bêsûcim, ez narim xwe li ber zalimekî zelîl nakim” Ji ber vê yekê jî tê îdam kirin.

Lê kitêb û eserên wî, îzzet û berxwedana wî, tefsîr û fikrên wî, ne tenê li Misrê, belkî li gelek welatên muslumana ji bo dawetvan û xizmetkarên Îslamê bû pêşîvan. Xweda rehma xwe li wî  û li hemî şehîdên Îslamê bike.

(Ferman Çiyayî/Bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin