Şehîd Yasîn û hevalên wî li Diyarbekirê hatin bibîranîn

DİYARBEKİR - Ji ber minasebeta salvegera şehadeta Şehîd Yasîn û hevalên wî yên ku di 6-8ê Cotmehê de ji teref PKK/HDPyiyan ve hatin qetilkirin, bi panela ku hat tertîpkirin hatin bîranîn.

Panel ji teref Cemiyeta Mustezafan û Platforma Kerwana Şehîdan ve di saloneke taybet a konferansê de hat tertîpkirin. Arîkarên Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Huseyîn Yilmaz , Mehmet Bahattîn Temel û Endamê GÎKê Mehdî Oguz, Serokê Bajêra Diyarbekirê Şeyhmuz Tanrikulu û malbatên şehîdên ku di 6-8ê Cotmehê de hatin qetilkirin beşdarî bernamê bûn.

Bername bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir.Di panelê de Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz , Parlementerê Berê yê AK Partiyê Abdurrahman Kurt, Serokê TÎYEM-DERê Selahattîn Yazici  û Parêzer Emîn Guneş axavtinek kirin.

Serokê Platforma Kerwana Şehîdan Omer Çelîk axavtina destpêkê kir.Çelîk di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir di dîroka mucadeleya tewhîdê de gelek hewadîsên ku nayên jibîrkirin qewimîne û kesên ku Yasîn Boru û hevalên wî û Aytaç Baranî qetil kirin tu carî rûyê rihetiyê nedîtine û her tim winda kirine.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye