Şehîdên Sibatê li Rihayêhatin bîranîn

Li Rihayê ji terefŞubeya Rihayê ya Cemiyeta Mustezafan ve ji bo şehîdên meha sibatê bernameya bîranînê hat tertîpkirin.

Bername li Salona Konferansê ya Mehmet Akîf Înan hat tertîpkirin û gelek kes beşdarî bernamê bûn. Nivîskar-Lêkolîner Nezîr Tunç di bernamê de di derheqê giringiya rojê de axavtinek kir.

Nezîr Tunç di axavtina xwe de destnîşan kir Misliman wextên wan ên ku ji destên wan hatine standin cardin ji wan kesên ku wextên wan ji wan standine dîstinin. Tunç dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li gelek cihan yadkirina însanên ku ji bo Îslamê canê xwe feda kirine nîşaneya vê yekê ye.”

Tunç di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir heqîqeta ku jê re mirin tê gotin wek pireke ku diçe axretê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mirina xêrtirîn a di rêya Xweda de ye. Başe, gelo ma şehîd çi ye? Li jiyanê wek unvaneke ku ji teref hinek kesan ve tên belavkirin tê dîtin. Ji kesên ku pêçavkên wan li secdê neketine re dibêjin şehîd, ji wan kesên ku Xweda, pêxember û Îslamê nizanin re dibêjin şehîd. Ji wan kesên ku nayê zanîn çi karî dikin re dibêjin şehîd. Lê di heqîqetê de peyva şehîdiyê aîdî Îslam û Mislimanan e. Resûlê Xwedê şehîdiyê wiha tarîf dike: “Kî ji bo peyva Xweda alî û mezin bibe cehdê bike û hewil bide û di wê rêyê de can bide ew şehîd e.’ Ji bilî vê kî bibêjê filan keso şehîd e divê em bifikirin. Ger Resûlullah ji bo wî kesî negotibe şehîd em nikarin jê re bibêjin şehîd.”

Bername piştî diayên ku hat kirin re bi dawî bû.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe