Seîd û Hesenê Êlihî pereyên ku kom kirin ji erdhejzedeyan re şandin

Xebatên alîkarîyê yên ji bo erdhejzedeyan bênavber berdewam dikin.

Piştî erdhejên ku di 6ê Sibatê de li 10 bajaran pêk hatin re bi hezarana welatî canê xwe ji dest dan û bi sedhezaran welatî jî bêmal û bêxanî man.

Ji bo dermanê birînê welatîyan piçekî jî bê dermankirin li seranserê welêt xebatên alîkarîyê hatin destpêkirin. Ji mezinan bigirin heta biçûkan bi hezaran kes beşdarî van xebatên alîkarîyê bûn.

Yek ji wan alîkarîyan li Êlihê ji teref Seîd û Hesenê ku birayên hev bûn ve hat kirin. Seîd û Hesenê ku berî niha pere berhev kiribûn rêyha Kerwana Hêvîyê girtin û pereyên xwe bi wasitaya Kerwana Hêvîyê şandin ji welatîyên ku ji erdhejê zirar dîtine.

Hesenê ku digel birayê xwe Seîd pereyên xwe bexş kir derbarê mijarê de destnîşan kir “Em hatin Kerwana Hêvîyê.Ez û birayê xwe me pereyên xwe ji wan kesên ku di felaketa erdhejê de zirar dîtine re şand.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e
Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin