Sekreterê Giştî ê HUDA PARê: Di girtîgehê de girtina kesên dayik, nexweş û îxtîyar eyba mirovahîyê ye

Şahzeda Demîrê Sekreterê Giştî yê HUDA PARê derheqê wan kesên ku zarokên wan hene û di girtîhehê de tên girtin û derheqê wan kesên nexweş û îxtîyar ên ku nikarin li xwe mêze bikin û di girtîgehê de tên girtin de daxuyanîyek belav kir.

Demîr di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di girtîgehê de girtina wan dayikên ku zarokên wan hene û di girtîhehê de tên girtin û wan kesên nexweş û îxtîyar ên ku nikarin li xwe mêze bikin eybeke mezin e û divê Tirkîye demildest vê eybê ji ser xwe bavêje û vê meseleyê safî bike.

Demîr di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir “Orgeneral Çevîk Bîrê ku di bergeha darbeya 28ê Sibatê de jê re cezaya hepsa muebbet hatibû dayîn bi hinceta nexweşîya pêre hat berdan lê belê kesên mîna Şeyhmus Alpsoy û bavê wî Mehmet Emîn Alpsoy(75) ên ku xwedîyê hessasîyeta Îslamî ne û nexweş in nayên berdan ku ev her du kes bi kumpas û komployan hatibûn girtin û rewşa wan ji Bîr xerabtir e. Niha bi sedan kesên mîna van kesan di girtîgehê de tên girtin.Ev yek ne ya qebûlkirinê ye û divê demildest bê çareserkirin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Lazim e ku mifredatekî li gorî nirx û hêjayên me bê amadekirin
Ji Serokê Giştîyê HUDA PARê Yapicioglu peyama 1ê Gûlanê
Ji teref HAMASê ji bo şehîdê Qudsê “Hasan Saklanan” daxuyanî hat belavkirin
Ambûlans û wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Pîrejina ku dûçarî êrîşa kûçikan ma bû jiyana xwe ji dest da