Sekreterê Giştî yê NY Guterres, Pakistanê zîyaret kir

Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, wîlayetên Sînd û Belucistana Pakistanê ku ji lehîyê tesîrdar bûn zîyaret kir.

Guterres, di zîyaretê de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de weha got, "Haya me ji îmkanên me yên bi sînor û kehnîyên me heye. Em bi xelqê Pakistanê re piştgirîyê dikin."

Guterres, di berdewama daxuyanîya xwe de bi bîr anît ku ji ber lehîyê mirî û zirarên meddî çêbûne, diyar kir ku gerek ji Pakistanê re alîkarî bê dayîn.

Di domandina daxuyanîyê de weha hat gotin, "Pakistan û welatên dinê yên ku pêşve diçin, ji ber ku sotemenîya fosîlî dixebitînin bedêleke giran didin."

Guterres, di dawîya daxuyanîya xwe de ji bona xebitandina enerjîyên ji nû ve dikarin bên çêkirin jî bang kir. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bendawan de kontrolkerde awe dımeşîyena
Werin em bibin yek û xwe bi benê Xwedê ve girêbidin
Em bêyî şopandina Sunneta Pêxember nikarin bigihîjin tu derê
Ev yekîtî ji bo tevahiya cîhana Îslamê mînakek baş e
Divê demildest ji bo Netanyahu fermana girtinê were dayîn