Sekreterê Giştî yê NYyê di warê “Referandûma Serxwebûna Kurdistanê” de hişyarî da

Antonio Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di warê “Referandûma Serxwebûna Kurdistanê” ya ku dê di 25ê Îlonê bê kirin de hişyarî da.

Hat ragihandin Antonio Guterresê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di warê “Referandûma Serxwebûna Kurdistanê” ya ku dê di 25ê Îlonê bê kirin de hişyarî da û diyar kir “pêwîst e gavên bi yek teref neyên avêtin.”

Stephane Dujarricê Berdevkê Guterresî  yê  ku li New Yorkê daxuyanî da  diyar kir “Sekreterê Giştî bawer dike ku ew gavên yek teref ên ku ew ê di warê  referandûmê  de bên avêtin dê di warê micadeleya bi DEAŞê de, di warê ji nû ve înşakirina warên ku  hatine bidestxistin de û di warê cardin bi şikleke ewlehî vegera 3 milyon penaberan a welatên xwe de bi sedema mişkîleyan.”

Di daxuyaniya ku hat belavkirin de hat diyarkirin divê ew mişkîleyên di navbera Birêveberiya Kurdistana Iraqê û Hikûmeta Iraqê de bi gotûbêjê bên çareserkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin