Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Alimên Fîlîstînê HUDA PARê ziyaret kir

Nevaf Tekrûrîyê Sekreterê Giştî yê Alimên Fîlîstînê li Diyarbekê Serokatîya Bajêr a HUDA PARê ziyaret kir.

Sekreterê Giştî yê Alimên Fîlîstînê Nevaf Tekrûrîyê ku bo ziyaretinan hatibû Diyarbekirê Serokatîya Bajêr a HUDA PARê ziyaret kir û bo hesasîyeta wan a Quds ji wan re teşekur kir.

Tekrûrîyê ku çû ziyareta HUDA PARê ji teref  Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Bahaddîn Temel û lijneya digel wî hat pêşîwazîkirin.

Di hevdîtina ku di avahîya partîyê hat kirin de di serî meseleya Qudsê û yên mîna plana şer a Serokê Amerîka, xwepêşanên ku  bo Qudsê hatin tertîpkirin û 3yemîn întîfadaya ku rû daye hatin gotûbêjkirin.

Tekrûrî nexasim ji ber wê mîtînga bi navê “Em li Qudsê xwedî derdikevin” a ku li Diyabekirê ji teref HUDA PARê ve hat tertîpkirin kêfxweşîyên xwe anî zimên û ji HUDA PARê re teşekur kir û got divê ev cûr mîtîng berdewam bikin.

 Tekrûrî di hevdîtina ku hat kirin de her weha diyar kir ew întîfadaya sêyemîn a ku piştî qerara naskirina Qudsê wek paytexta sîyonsîtan a Amerîka her ku diçe tesîra xwe zêde dike  û divê temamê Mislimanan destekê bidin vê berxwedanê.

ÎLKHA






 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e