Selaheddîn Uruk Li Memleketê Wî Hat Bibîranîn

Selaheddîn Uruk Li Memleketê Wî Hat Bibîranîn

Selaheddîn Uruk, ji ber xizmeta Îslamê dikir, 11 sal berê li Edenê ji teref polîsan ve bi sûcê pêşevaniyekî Hîzbûllahî hatibû qetilkirin. Do li memleketê wî li Şemrexê, ji teref malbat û heval û heskiriyên wî ve bi mewlûdê hat bibîranîn.

Bavê wî xalê Meheme, mêvana pêşwazî kir. Ji bo Selaheddîn mewlûd dan. Dost û nasên wî li ser tirba wî civiyan. Nivîskar Mela Mehmûd der heqê şehadet û jiyana wî de xeber da. Hevalekî wî Fadil jî, behsa xatiratên xwe kir. Di xeberdanên wan de, dostên Selaheddîn Uruk, hestiyar bûn. Piştî mewlûdê qerebalix belav bûn.

Li aliyê din alimê navdar Mela Yûsûf Zengîn, bi qirîza qelb wefat kir. Berî niha ji ber qirîzê rakiribûn nexweşxana fakulteya Dîcleyê Ya Diyarbekir. Seyda Mela Yûsûf do rehmet kir. Bavê Muhammed Eta mela Yûsûf, li Nisêbînê rûdinişt. Ji teref xelkê herêmê ve dihat heskirin. Nas û heskiriyên wî cenaza wî birin Nisêbînê û li wir defin kirin. Mal û merivê wî teziyetê li Nisêbînê qebûl kirin.

Rebbê alemê ji wan razîbe, wan bi rehma xwe şad bike.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin