Selam-Der Bi Piranî Alîkariya Jinebî û Sêwiyan Dike

Komela Selam-Dera Mûşê, di 2009an de hatiye damezrandin. Ji wê çaxê heta niha alîkariyên xwe didomîne.

Komela Selam-Dera Mûşê, di 2009an de hatiye damezrandin. Ji wê çaxê heta niha alîkariyên xwe didomîne. Alîkarê serekê komelê Mehmet Guler, der heqê fealiyetên komelê de xeber da. Mehmet Guler wiha got “Ji damezrandinê heta niha, fealiyetên me berfirehtir bûne. Li gor alîkar û fealiyetên par, em gihaştine derenceke bilind. Her wiha xebat û xizmetên me hem firehtir bûne hem jî bi serûber bûne.”

Guler wiha dewam kir “Alîkariyên me dighêjin 12 tax û mehelên merkeza Mûşê û gundan wê. Par me alîkariya 491 malan kir. Bi piranî me alîkariya jinbî û sêwiyan kirin. Meqseda me razîbûna Xweda ye. Ji lew camîa me, ji bo civak û millet mesûliyeta xwe pêk tîne. Em malavahiya hemî kesên xêrxwaz û xizmetkarên xwe dikin ku, di vê riya xêrê de destek û alîkariya xwe texsîr nekirin.”

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar