Semsûrî: Karwanê Hêvîyê bi xizmetên ku ji me re kir êşên me bi me da jibîrkirin

Gelê Semsûrê yê ku ji ber erdhejê zirareke mezin dît ji sazîyên bi navê Karwanê Hêvîyê, IHO EBRAR, Weqfa Yetîman û Avrupa Yetim Elî yên ku ji roja ewil a erdhejê ve li sehayê dixebitin û ji gel re dibin alîkar re teşekkur kir.

Semsûrî: Karwanê Hêvîyê bi xizmetên ku ji me re kir êşên me bi me da jibîrkirin

Sazîyên alîkarîyê yên bi navê Karwanê Hêvîyê, IHO EBRAR, Weqfa Yetîman û Avrupa Yetim Elî ji roja ewil a erdhejê ve bi temamê îmkan û derfetên xwe hewl didin ji erdhejzedeyan re bibin alîkar û birînên wan bên dermankirin. Her 4 sazî li Semsûrê ji roja ewil heta îro alîkarîyên mîna; kon, sobe, erzaq, batanî, cil û bergan kir. Ji ber van alîkarîyên ku hatin kirin gelê Semsûrê malavahîyên xwe ji bo wan anîn zimên.

Mehmet Aydinê ku li Semsûrê dijî û yek ji wan erdhejzedeyan e û sazîyên alîkarîyê jêre bûne alîkar derbarê mijarê de wiha got: “ Ez jî erdhejzede me, 8 nasên min rehmet kirin. Êş û birîna min heye, lê bawer bikin ez vêyekê ji dil û can dibêjim; dema ku ez vê yekîtî, hevgirtin û xwedîderketina ku di bin bavê Karwana Hêvîyê de tê kirin dibînim êş û elemên min nayên bîra min. Xweda xêra wan qebûl bike û mala wan ava be.”

Çend welatîyên din ên ku sazîyên alîkarîyê ji wan re bûbûn alîkar derbarê mijarê de kêfxweşîyên xwe anîn zimên û ji sazîyan re teşekkur kirin.(ÎLKHA)

Yorum Yap
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Yorumlar (1)
Yükleniyor ...
Yükleme hatalı.

Kurdî Haberleri

Gelê Diyarbekirê şehîdên xwe yên Qurbanê ji bîr nekir
Xelkê Dîyarbekirê nimêja xwe ya eydê li Mizgefta Camîya Mezin kirin
4 kes bi tohmeta şewata avahiyekê li Dîyarbekirê hatin girtin
1 mirî, 6 birîndar
Di şewatê de ji heman malbatê 4 kes jiyana xwe ji dest dan