Şengal ket bin kontrola Pêşmerge

Hêzên Pêşmergê ket navçeya Şengala Musulê û tevahiya navçeyê xist bin kontrola xwe.

Pêşmerge dûh li Şengalê ji bo ku Şengalê ji destê DAIŞê rizgar bike dest bi operasyonê kiribû. Hat ragihandin ku Pêşmerge îro navçeya Şengalê bi tevahî ji DAIŞê paqij kir û xist bin kontrola xwe.

Fermandarên Peşmerge diyar kirin ku temamê Şengalê ji DAIŞê rizgar kirin.

Dûh ji teref Fermandariya Giştî ya Pêşmerge ve daxuyanî hatibû dayîn. Di daxuyaniyê da hatibû diyar kirin ku di roja ewil de herî kêm 100 mensûbên DAIŞê hatibû kuştin û nîvê navçeyê zêde bidest  xistibun.

 Navçeya Şengala Musulê  ji 3 Tebaxa 2014an ji vir ve di bin destê DAIŞê  da bû. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar