Şenîyên gundê li bakurê Kurdistanêdebara xwe bi temametî bi çandina şitlan dikin

Li bakurê Kurdistanê li gundê bi navê Ulaştiya girêdayê navçeya Baykana Sêrtê ye şênîyên gund ji xortan bigire heta mezinan tev debara xwe bi danîna şitlên îsot, firengî û bacanê sor û reş dikin.

Li gundê tevde 74 malbat bi vî karî debara xwe dikin û salane 40 milyon şitil dihilberînin û van şitlan belavî temamê bakurê Kurdistanê dikin.

Şenîyên gund ên ku karê şandina şitlan dikin û me bi war re hevpeyvîn kir derbarê mijarê de wisa axivîn:

Taner Hazar: Em ê nêzî 5 mehên xwe bi danîn û xwedîkirina şitlan derbas dikin. Dema ku me dest bi vî karî kir dewlet ji sedî 70 ji me re bû alîkar.Em van şitlên xwe li temamê bakurê Kurdistanê belav dikin.

Once Hazar: Dewlet destek da me û me jî karê xwe pêşve bir.Dahata me ya salane baş e.

Nurcan Hazar:  9 zarokên min hene û em tev de vî karî dikin. Van rojan karê me pir zêde ye. Em bi rojî ne û carinan  em wext nabînin herin xwarina xwe ji bo fitarê amade bikin ku ji ber vê yekê em ji derve daxwaz dikin.

Muxtarê gund Cemal Hazar:  Li gund 550 kes bi karê danîna şitlan mijûl dibin. Em havînan şitlan dideynin van şitlan dişînin bajarên mîna Erzerom, Qers, Agirî, Colemêrgê û dîsa em şitlan vêcar zivistanê dideynin û van jî dişînin Diyarbekir û bajarên derdorê. Debara me baş e.






















İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Lazim e ku mifredatekî li gorî nirx û hêjayên me bê amadekirin
Ji Serokê Giştîyê HUDA PARê Yapicioglu peyama 1ê Gûlanê
Ji teref HAMASê ji bo şehîdê Qudsê “Hasan Saklanan” daxuyanî hat belavkirin
Ambûlans û wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Pîrejina ku dûçarî êrîşa kûçikan ma bû jiyana xwe ji dest da