Ser Nixumandî Bikevin Mehkemeyên Xwe

Digel qerara Daniştayê a di derbarê parêzerên sernixumandî de dîsa jî di derheqê parêzerên sernixumandî dikevin mehkemeyan zabîtname tên nivîsandin.

 Digel qerara Daniştayê a di derbarê parêzerên sernixumandî de dîsa jî di derheqê parêzerên sernixumandî dikevin mehkemeyan zabîtname tên nivîsandin. Li ser vê yekê Komeleya Huquqvanan ji parêzerên Sernixumandî xwest ku sernixumandî bikevin mehkemeyan.

Serekê Komeleya Huquqvanan Cavît Tatli beyan kir ku: “ Tu bingeheke hiqûqî ji bo girtina zabîtnameyan di derheqê parêzerên sernixumandî de tuneye. Pey qerara Daniştayê tu hakim nikare di derheqê Parêzerên Sernixumandî de zabîtnameyan binivîsîne.”

Tatlî beyanatên xwe bi vî awayî domand e: “Heqqê parêzeren sernixumandî heye ku di derheqê kesên ku men’a wan ji sernixumandî ketina mehkemeyan dikin de’we vekin. Divê kesên ku van qanûnan dideynin jî îhtîrama qanûnan bigrin.”

Tatlî dîsa beyan kir ku Komeleya Huquqvanan dê mafê parêzerên sernixumandî her demî bişopîne. Heger ku hê jî hinek men’a parêzeran ji sernixumandî ketina mehkemeyan bikin, ew li gor qanûnan sûc dikin. Di derheqê wan de karên hiqûqî dikarin bidin destpê kirin.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin