Şer û hişkesalî metirsiya birçîbûnê li Sûriyê zêde dike

Ji ber şerê ku li Sûriyê berdewam dike û hişkesaliya ku bi mehan e berdewam dike, tê diyarkirin ku qeyrana xwarinê dê îsal mezin bibe.

Nûnerê Sûriyê yê Rêxistina Çandinî û Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) Michael Robson ragihand ku ji ber hişkesaliya li Sûriyeyê dê berhema genim ji sala borî kêmtir be.

Koordînatorê Sûriyeyê yê Rêxistina Birçîbûnê ya Elman (Welthungerhilfe) Konstantin Witschel rewşa birçîbûnê ya li Sûriyeyê wekî "karesat" şîrove kir. Witschel diyar kir ku hejmara kesên ku hewceyê arîkariya mirovî ne bi şikleke aşkere zêde bûye.

Witschel diyar kir ku ew ji ber berhema genimê li welêt pir bi fikar in, got ku xwarin her ku çû kêm bûye û bihayê nan, zebze û fêkiyan zêde bûye. Di pevçûnên ku ev 10 sal in li Sûrî berdewam dikin de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, nêzîkê 15 mîlyon kes ji malên xwe koçber bûn.

Li gorî daneyên Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî, ji 12 mîlyonî zêdetir Sûriyeyiyên ku ji sedî 60ê nifûsê pêk tînin, di warê temînkirina xurekê de zehmetîyê dikşînin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe