Şer û Operasyon

Li Herêmê Şer û Operasyon û Perîşaniyeta Millet Dewam Dike

Şerên li herêmê herî millet perîşan dike. Derd û hizûra millet ji dewlet û PKKê re ne derd e.

Li gor xeberan do mensûbên PKK, li nêzî qota çiyayê Tendurekê rê birîn. Agir bera 3 tirên Îranî dan. Hadîse di riya Çaldêran û Bazîdê de qewimî. Piştî şewatê mensûbên PKKê reviyan, li ser hadîseyê operasyon dest pê kir.

Do bişev li Dêrsimê, mensûbên PKKê êrîşî qereqola cendermê ya gundê Zahgeyê kir. Eskeran jî li wan reşand. Piştî şer mensûbên PKKê reviyan çiyê. Li ser hadîsyê helîkopterên skorskiyê li herêmê operasyon rast kirin.

Her wiha li hêla Şemzînan, di operasyonên eskeriyê de hat îddîa kirin ku di hadîseya navbera esker û mensûbên PKKê de 14 mensûbên PKKê hatine kuştin. Operasyon li çol û çiyayê Komanê tê rast kirin. Li Colemêrgê jî 3 mekteb ji teref aligirên PKKê ve hatin şewitandin.

Xeberan îfade kir ku li Çabakçûrê, di wesaîta zilamê alîkara serekê CHPê ya Bîngolê de, dezgeha bombeyê hatiye bi keys kirin. Li ser îxbarê dezgeha bombeya di wesaîta alîkarê midûrê nexweşxana dewletê ya Bîngolê de, ji teref ekîbên emniyetê ve hat tesbît kirin û dûre jî hat pûç kirin. Ji bo lêpirsînê wesaît hat rakirin emniyetê. (bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbakır de domano 3 serre yo ke vindi bibi, tarlayê de ame vênayene
Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be