Şer û Tehdît Dewam Dike

Bombardimana Hêzên Esed û Niqaşên Çekên Kîmyewî Didome

 Li gor xeberan, hêzên Esed bombardimanê xwe dewam dike. Li bakurê Şamê bajaroka Telê, hat bombebarandin. Ordiya Esed, bajaroka Telê, da ber top û roketan. Tel 8 kîlometre dûrî Şamê ye û nifûsa wê jî, 100 hezar e. Muxalîfan da zanîn ku bombebarandin bi şev dest pê kiriye û gulên top û roketan li hinek apartmana ketine. Millet ji bajêr direve. Xetên elektrîk û telefonê hatine birîn.

Li aliyê din Rûsya jî, ji bo çekên kîmyewî hişyarî da Sûriye. Rûsya ji Sûriye xwest ku guhbide yesaxên der heqê bikaranîna sîlehên kîmyewî. Protokola Cenewreyê bibîr anî û wiha got “Rûsya, ji Sûriye hêvî dike ku wê di pêşerojê de jî, li ser mesûliyetên xwe yên navnetewî be.”

Sûriye di 1968an de, îmze avêtiye protokola Cenewreyê. Li gor Protokola Cenewreyê, di herban de bikaranîna çekên kîmyewî û biyolojîk, di 1925an de, hatine yesax û qedexe kirin. 

Berdevkê wezareta karên derve ya Sûriye Cîhad Maqdîsî jî îfade kiribû ku çekên kîmyewî yên di destê wan de ji ğeyrî hêzên ecnebî, wê li be sivîlan bikar neyne. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin