Şeraffettin Elçî Jiyana Xwe Ji Dest Da

Parlamenterê Serbixwe yê Amedê û Serokê Giştî yê KADEP’ê Şerafettîn Elçî, ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da.

Serokê Giştî yê Partiya Beşdariya Demokratîk (KADEP) û Parlamenterê Serbixwe yê Amedê Şerafettîn Elçî, li Enqeryê di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da.

Şerafettîn Elçî kî ye?

Elçî ku di sala 1938’an de li Şirnexê hate dinyayê, fakûlteya hiqûqê qedandibû. Di dema xwendekariya xwe de, ji ber fikr û ramanên xwe yên derbarê kurdan de, ji “Doza 49’an” hate darizandin. Demekê li Cizirê parêzerî kir. Di 12’ê adara 1971’an de li Girtîgeha Amedê 8 mehan di girtîgehê de ma.  Di sala 1977’an de ji Mêrdînê weke parlamenter hate hilbijartin û di Parlamentoya Tirkiyeyê de cih girt. Di navbera salên 1978-79’an de, di dema hikûmeta Bulent Ecevît de cih girt. Piştî derbeya 12’ê îlonê 30 meh di girtîgehê de ma û siyaset lê hate qedexekirin. Di sala 1992’an de  bi 98 rewşenbîrên kurd re Weqfa Maf û Azadiyan a Kurd ava kir. Di encama têkoşîneke dûvedirêj de weqif di 1995’an de navê xwe weke “Weqfa Lêkolîn û Çandê ya Kurd” guhert.

Piştre Partiya Girseyî ya Demokratîk (DKP) ava kir. Piştî demekê bû Serokê Giştî yê Partiya Beşdariya Demokratîk KADEP’ê. Di hilbijartinên 12’ê hezîranê de di eniya BDP’ê de bi awayeke serbixwe li Amedê hate hilbijartin û di Parlamentoya Tirkiyeyê de cih girt. Elçî ev salek zêdetir e li Enqereyê ji ber nexweşiya xwe ya pençeşêrê tedawî didît.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar