Serdana Birîndarên Ğezzeyî

Heyetek ji Huda Parê çû birîndarên filistînî yên ku ji bo tedawîyê anîbûn Stenbolê zîyaret kir.

Ji Huda Parê heyeta ku ji endamê heyeta îdarî Erdal Elîbuyuk, serokê navçeya Başakşehîrê Orhan Kaya û kesên din pêk dihat, çû birîndarên Filistînî yên ku ji bo tedawîyê anîne Stenbolê, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Pendîkê zîyaret kir.

Heyeta Huda Parê di serdanê de ji bo birîndarên zarok hinek pêlîstok stendin û yek bi yek bi birîndaran re ‘eleqe kirin.

Endamê heyeta îdarî yê Huda Parê beyan kir ku der barê rewşa birîndarên Ğezzeyî de ji rayedaran agahî stendine û wê ji bo moral dayînê sernadênên xwe bidomînin.

Li aliyê din, 7 hezar hêsîrên Filistînî yên ku di zîndanên çeteya Îsraîla rejîma terorê de marûzî îşkence û me’melên ğeyrî însanî dibin, ji bo rojekê dest bi greva birçîbûnê kir.

Ji komîteya bilind a hêsîran ve weha hat beyankirin: “Îsraîla îşgalker zulm û te’deya xwe, bi qasî ku berê nekiribûn zêdettir kirin. Çeteya terorê hêsîrên Filistînî ji hemî mafên wan mehrûm dihêlin.”

Hat ragihandin ku eskerên sîyonîst li Şerîa rojavayê 10 Filistînî xistine bin çavan.

Çeteya ordîya Îsraîla sîyonîst, li Şerîa rojavayê pir caran digre ser curbecûr bajaran û bi bihana ku “tê xwestin” filistînîyan direvînin.

cinarinsesi.com

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar