Heyeteke tê de Serekê Partiya Doza Azad Huseyîn Yilmaz, alîkarê serekên partiyê ‘Îsa Aydin û Bahattîn Temel hene di çarçoweya têkiliyên bi Kurdistana ‘Iraqê re Komeleya Îslamî ziyaret kirin. Heyetê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Peyam Tvîyê jî ziyaret kirin. Heyet pişt re çû bajarê Helepçê.
Heyeta Huda Parê li bajarê Suleymaniye yê hinek serdanan kir. Heyetê pey ziyareta Partiya Komala Îslamî, serdana Yekîtiya Xwendakarên Kurdistanê jî kir. Li vê derê Mudurê yekîtiyê Hecî Xelatî bi heyeteke qelebalix pêşwaziya heyeta Huda Parê kir.
Hecî Xelatî diyar kir ku; ji serdana Huda Parê gelek kêfxweş bûne û bi Evîndarên Pêxember yên ku li Kurdistana Tirkiyê dimînin re heman xizmet û xebatan dikin. Ji ber vê yekê jî dixwazin ku bi hev re bixebitin.
Heyeta Huda Parê pey re Peyam Tv’iyê ziyaret kir. Heyet ji alî Mudurê Giştî a Peyam Tv’iyê Farûq ‘Elî Ehmed ve hatin pêşwazî kirin. Ehmed, di derbarê xebatên xwe de me’lûmatan da heyeta Huda Parê. Di serdanê de Serekê Giştî yê Huda Parê Huseyîn Yilmaz, li ser girîngiya medyayê sekinî û beyan kir ku; mesûliyeta medyayê gelek mezin e. Divê medya bibe dengê mezlûma.
Heyetê ji bo Peyam Tv’iyê hêviya serkeftinê kir.
Heyeta Huda Parê pey re, bi endamê meclîsa Şûrayê a Komala Îslamî û mesûlê ji têkiliyên bi gel Şêx Fexreddîn re derbasê bajarê Helepçê bûn.
Li vê derê heyeta Huda Parê ji alî îdara Komala Îslamî a Helepçê ve hatin pêşwazî kirin. Heyetê Şehîdên Helepçê ziyaret kirin û di derbarê qetlî’ama Helepçe de hissiyatên xwe di deftera ziyaretê de nivîsandin.
Heyet, ji bo serdanên xwe bidomîne vegeriya payîtext Hewlêrê. BANGAHEQ