Heyetek ji hereketa Mustezefan di nav de berdevkê hereketê parêzer M. Huseyîn Yilmaz, mela Celal Bozdaş, Mela Wehdeddîn û hinek mensûbên din, ji bo serdana taziyê, çûne beldeya Cewzêya Hênê.
Heyet ji teref gundî û malbata meqtûl hatin pêşwazî kirin. Piştî nimêja înê,li cîhê teziyê, parêzer Huseyîn Yilmaz bi Tirkî, Mela Celal jî bi zazakî xeber dan.
Parêzer Yilmaz wiha xeber da “Em tev dizanin ku Cahît dîndar bû, zirara wî li tu kesî tunebû. Di şerekî ku nedixwest û mecbûrî ketibû nav de, bi mezlûmî hat qetil kirin. Di vê şer de, zirar xelk û kurên xelkê dibîne. Zalim û meqamperest, li rihetiya xwe dinêrin.” Mela Celal jî, li ser zulm û wesfên zalima, heq û edaletê sekinî. Bavê rehmetî Cahît Galib Kiliç jî wiha got “Min vê êşa dît. Bila bavê din nebînin. Em silh û silametiyê dixwazin. Ev şer ne îşê muslumana ye.”
Wekî tê zanîn esker Cahît Kiliç, ji mekteba Îmam Xetîbê mezûn bû. Li Oremara Geverê, eskerî dikir. Di êrîşa li qereqolê de hatibû kuştin.
(Ferman Çiyayî/Bangaheq)