Heyeta Huda Parê di çarçowa serdana de bi serekê Partiya Avahî û Pêşketinê Nasr ‘Ebdusselam re hevdîtinek kir. Li gor tê zanîn Partiya Avahî û Pêşketinê beşa siyasî a Cema’eta Îslamî ye ku ev Cema’et ji cema’etên herî bi hêz e li Misirê.
Hevdîtin li navenda giştî a Partiyê pêkhat. Di hevdîtinê de li ser pirsgirêkên welatên Îslamê hat sekinandin û hat beyan kirin ku çareseriya van pirsgirêka îttîfak û yekîtiya welatên Îslamê ye.
Serekê Partiya Avahî û Pêşketinê Nasr ‘Ebdusselam li ser sazkirina cema’eta Îslamî, cihê wî yê li Misirê, te’de û îşkenceyên di dema Enwer Sedat û Mubarek de dîtine peyivî.
Kekê Şehît Xalid El Îslambûlî Muhammed Şewqî El Îslambûlî jî di hevdîtinê de hazir bû. Di hevdîtinê de Serekê Giştî yê Huda Parê Huseyîn Yilmaz diyar kir ku: “Tevî welatên Îslamî hema qederî dîtine, di bin rejimên zalim de heman te’deyan kişandine, lê hemd ji Xweda re be ku êdî ev pêvajo ji salihê Musulmana re diguhere. Divê van keysan Musulmanan ji bo yekîtî û azadiya Musulmanan binirxînin.” (Bangaheq)